Jeffrey: Divê hemû hêzên biyanî ji Sûriyê derkevin
PeyamaKurd- Nûnerê Amerîkayê li Sûriyê James Jeffrey ragihand ku Rûsya ne tê de, divê Amerîka jî tê de Tirkiye û Îran û hemû hêzên biyanî yên ku piştî 2011an hatine Sûriyê, ji Sûriyê derkevin.
Nûnerê Amerîkayê yê Taybet bo Sûriyê James Jefferey di hevpeyvînekê de bo rojanameya “El Şerq El Ewset” ragihand, Amerîka bi hemû riyên dîplomasî û lojîstî piştevaniyê li êrîşên Îsraîlê li ser pêgehên hêzên Îranî li Sûriyê dike. Divê ji bilî Rûsyayê, hemû hêzên piştî sala 2011an de derbasî Sûriyê bûne, jê derkevin, hêzên Tirkiyê, Îranê û Amerîkayê jî.
James Jeffrey diyar kir ku ew piştgiriya dîpolomatîk û lojîstîkî didin Îsraîlê da ku li pêgehên Îranê yên li Sûriyê bixe. Ew nûnerê amerîkî dibêj, ew dê dorpêçên xwe yên li dijî Şamê berdewam bikin.
Di berdewamiya daxuyaniya xwe de Jeffrey teqez kir ku Rûsya ne tê de, divê Amerîka jî tê de Tirkiye û Îran û hemû hêzên biyanî yên ku piştî 2011an hatine Sûriyê ji Sûriyê derkevin.
‘Heta çareseriyeke siyasî bê dîtin em dê berdewam bikin’
Jeffrey desntîşan kir ku heta çareseriyeke siyasî bê dîtin em dê di sepandina dorpêçan de berdewam bin û amaje kir ku ji bo guhertineke siyasî dorpêç şert in.”
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê li Sûriyê, her wiha da zanîn ku, Idlib ‘keleha muxalifan’e û ne pêkan e ku di demekê nêz de ne keve bin bin kontrola rejîma Şamê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin