Serokê Amerîkayê sedema êrîsa li ser baregehên Iraq û Sûriyê eskere kir

30 June 2021 11:30 0 dîtin
Serokê Amerîkayê sedema êrîsa li ser baregehên Iraq û Sûriyê eskere kir

PeyamaKurd – Serokê Amerîka Joe Biden di nameyekê de diyar kir, baregehên li ser sînorê Iraq û Sûriyê ji ber êrîşkirina li ser berjewediyên Amerîka dihatin bikaranîn hatine armanckirin.

Joe Biden di nameya ji bo Serokê Encûmena Nûneran a Amerîka Nancy Pelosi de da zanîn: “Baregehên li ser sînorê Iraq û Sûriyê ji ber êrîşkirina li ser berjewediyên me dihatin bikaranîn hatine armanckirin û bombebarankirina wan baregehan, ji bo parastina hêzên me li Iraqê bû.”

Biden eşkere kir: “Êrîşên komên çekdaran li ser leşker û hêzên Amerîka û Hepeymaniya Navdewletî di dema dawî de zêde bûne û hin jî birîndar bûbûn.”

Herwiha Nûnera Amerîka li Neteweyên Yekgirtî Linda Thomas destnîşan kir: “Armanc ji wê êrîşa asmanî ya li ser mîlîşyayên ser bi Îranê ve, rêgirtina li pêkanîna êrîşên zêdetir li ser berjewendiyên Amerîka li Iraqê bû.”

Berbanga roja 28ê Hezîranê balafirên şer ên Amerîka, 3 baregehên komên Heşda Şeibî li ser sînorê Iraq û Sûriyê bombebaran kirin û li gor daxuyaniyekê, 4 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) jî diyar kir, ew êrîş bi fermana Joe Biden hate kirin.