Qubad Talabanî wek serokê Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanî hat destnîsan kirin
PeyamaKurd – Serkirdatiya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê îro Pêncşemê li Silêmaniyê civiyan.
Di civîna Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê de, Qubad Talebanî wek Serokê Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanî ji bo hilbijartinên pêşwext ên Iraqê hat destnîşankirin.
Hat ragihandin ku îro 29ê Tîrmehê YNK û Goran bi serokatiya Bafil Talebanî û Omer Seyid Elî li baregeha Polîtburoya YNKê li Silêmaniyê civiyan.
Di civînê de her du aliyan li hev kir ku Qubad Talebanî bibe Serokê Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanî ji bo hilbijartinên pêşwext ên Iraqê ku 10ê Cotmeha 2021ê birêve diçin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin