Serokê lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê hat destnîsankirin
PeyamaKurd - Di kombûna îro ya aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê de, biryar hat dayîn ku parêzgarê berê yê Kerkûkê Ebdulrehman Mistefa wekî serokê lîsteya hevpeymaniya Kurdistanê bê destnîşankirin.

Ebdulrehman Mistefa
Îro Sêşemê (01.10.2019) aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê, bi armanca diyarkirina serok û logoya lîsat hevpeymaniya Kurdistanî li baregeha sereke ya Bizava Gorranê, li bajarê Silêmaniyê kom bûn.
Di nav Hevpeymaniya Kurdistanî de, PDK, YNK, Gorran, Komel û Yekgirtû û çend partiyên din beşdar in. Tenê Nifşa Nû tê de nîne.
Ev kombûn piştî wê yekê tê, ku rojên Şemî û Yekşema borî, aliyên siyasî li bajarê Hewlêrê kombûn û li ser mekanîzma karkirina Hevpeymaya Kurdistanî bo hilbijartina Civata Parêzgehan li deverên Kurdistanî rêkkevtin.
Aliyên siyasî serok û logoya Hevpeymanîya Kurdistanî destnîşan dikin

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin