Serokê nû yê PDKê li Parlamentoya Kurdistanê hat destnîsankirin
PeyamaKurd – Serokê nû yê PDKê li Parlamentoya Kurdistanê, ji aliyê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hat destnîşankirin.
Mekteba Siyasî ya PDKê, Zana Mela Xalîd weke serokê nû yê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê destnîşan kir.
Fraksiyona PDKê fraksiyona herî mezin a Parlamentoya Kurdistanê ye hejmara Parlamenterên PDKê ya ji partiyên din zêdetir e.
Biryar e roja sêşema bê, Mekteba Siyasî ya PDKê ligel fraksiyonên PDKê li Parlementoya Kurdistanê bicive û wê biryarê ragihîne.
Zana Mela Xalîd di sala 1983an de, li Hewlêrê ji dayik bûye û mastera tendurustiya giştî wergirtiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin