Serokê Hevpeymaniya Teqedum îro serdana Herêma Kurdistanê dike

08 January 2022 13:01 0 dîtin
Serokê Hevpeymaniya Teqedum îro serdana Herêma Kurdistanê dike

PeyamaKurd – Serokê Hevpeymaniya Teqedum Mihemed Helbûsî, îro serdana Herêma Kurdistanê dike û bi berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê re dicive.

Li gor zanyariyan, îro 08.01.2022yê Serokê Hevpeymaniya Teqedum Mihemed Helbûsî, bi şandeyekê re, bi rêya Balafirgeha Navnetewî ya Hewlêrê ve, wê bigîhe Herêma Kurdistanê û bi berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive.

Serdana Helbûsî ya ji bo Herêma Kurdistanê, bi armanca gotûbêjkirina li gel berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê, ya derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û peywira serokê encûmena nûnerên Iraqê ye.

Çend roje çapemeniya Iraqê gotêgot belav kirin ku ji bo namzedê serokê parlamentoyê berbijêrê herî bihêz Mihemed Meşhedanî ye, lê Hevpeymaniya Teqedum jî dibêje Helbûsî take berbijêrê Suniyan e.