Serokê Herêma Kurdistanê serdana Mîr Hazim Tehsîn Beg kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 3yê Tebaxê êvarê li navçeya Şêxan ya Duhokê serdana Mîrê Êzîdiyên Kurdistanê û Cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg kir.
Di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî bi boneya wergirtina erkê mîratiyê dubare pîrozbahî li Mîr Hazim Tehsîn Beg kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha piştgîriya xwe û Herêma Kurdistanê ji bo Kurdên Êzîdî dubare kir.
Mîr Hazim Tehsîn Beg jî kêfxweşiya xwe ji bo serdanê û piştgîriya berdewamiyên Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Kurdên Êzîdî nîşan da û hewlên wî yên bo çareserkirina pirsgirêkên Kurdên Êzîdî bilind nirxand.
Di hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê û Mîr Hazim Tehsîn Beg de rewşa giştî ya Kurdên Êzîdî, navçeya Şingal û hewlên ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan û avakirin û vegerandina aramiyê bo wan navçeyan gotûbêj kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin