Serokê Herêma Kurdistanê ji bo çend hevdîtinan serdana Silêmaniyê dike

21 May 2022 15:00 0 dîtin
Serokê Herêma Kurdistanê ji bo çend hevdîtinan serdana Silêmaniyê dike

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo bi Bafil Talebanî, Selahedîn Behadîn û Elî Bapîr re bicive, wê serdana Silêmaniyê bike.

Li gor Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab îro Şemiyê diyar kiriye: “Serok Nêçîrvan Barzanî sibe Yekşemê wê serdana Silêmaniyê bike û beşdarî merasîma derçûna 16emîn dewreya serbazî ya Qelaçolanê bibe.”

Dilşad Şehab eşkere kiriye, piştî merasîma derçûnê, Nêçîrvan Barzanî wê bi hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Mihemed Behaedîn, Emîndarê Giştî yê Civaka Dadweriya Kurdistanê Elî Bapîr û çend aliyên siyasî yên Silêmaniyê re bicive.

Di berdewamiyê de Şehab gotiye: “Ev serdan gelek girîng e û wê bandoreke wê ya mezin hebe li ser helandina qeşaya di navbera aliyên siyasî û bidawîanîna nakokiya siyasî ya li Herêma Kurdistanê.”

Herî dawî Dilşad Şehab destnîşan kiriye, Serokê Herêma Kurdistanê li ser yekrêzî û birêxistina nav mala Kurdistanê û nêzîkkirina aliyên siyasî ye.