Serokê Herêma Kurdistanê bi rêvebiriya Bexdayê re hevdîtinan kir

20 June 2020 22:53 0 dîtin
Serokê Herêma Kurdistanê bi rêvebiriya Bexdayê re hevdîtinan kir

PeyamaKurd- Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di seredana xwe ya Bexdayê de hevdîtinên xwe dewam kir. Ewilî bi serokwezîr Musatafa Kazimî re hevdîtina xwe kiribû. Di hevdîtina serokê herêmê de, cîgirên wî Seyîd Qadir û Cafer Şêx Mustafa hebûn. Di hevdîtinan de her alî di çareseriya pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de qanûna esasî nîşan dan.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piştî serokwezîr Mustafa Kazimî bi serokkomarê Iraqê re bi Berhem Salih re civiya. Arîşeyên k udi navbera Hewlêr û Bexdayê de helewastî mane, bo çareseriya wan û mafê herêma Kurdistanê yên destûrî û parstina mafên hemû Iraqiyan û dadweriya civakî mijarên hevdîtina wan bûn. Krîza Iraqê ya ku niha tê de ye, pandemî û bo çareseriya wan arîşeyan, behsa girîngiya hevkariya navbera her dû welatan Kurdistan û Iraqê kirin.

Barzanî di pey hevdîtina bi Berhem salih re, seredana serokê parlementoya Iraqê Muhammed Helbûsî kir. Mijarên hevdîtina navbera wan krîza darayî, têkoşîna li dijî Kovid-19 ê û hin mijarên din bûn.

Neçîrvan Barzanî wekî din bi temsîlkara Neteweyên Hevgirtî ya taybet ya sekreterê giştî yê Antonio Guterres û seroka Mîsyona alîkariyê ya NH bo Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert re civînekî çêkir. Di hevdîtinê de behsa hukumeta Kazimî, pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexda û pirsgirêkên herêmî hatin kirin. Barzanî ragihand ku ew bo çareseriya pirsgirêkên navbera herêma Kurdistanê û Iraqê amade ne û behsa girîngiya rola Neteweyên Hevgirtî ya di çareseriya pirsgirêkên Iraqê de kirin.