Seyfulîslam Muamer Qedafî ji lîsteya namzedên hilbijartinên serokatiyê hat derxistin
PeyamaKurd – Komîsyona Hilbijartinên Lîbyayê, Kurê Muamer Qedafî, Seyfulîslam Qedafî ji lîsteya namzedên hilbijartina Serokatiya Lîbyayê derxist.
Li gor Komîsyona Hilbijartinên Lîbyayê diyar kir; Seyfulîslam Muamer Qedafî ji lîsteya namzedên hilbijartinên serokatiyê hat derxistin, ku ji aliyê Dadgeha Tawanên Navdewletî ve hatiye xwestin, parêzerên Seyfulîslam Qedafî jî li hember vê biryarê îtîraz kirine.
Nêzîkî 90 kes xwe ji bo hilbijartinên Serokatiya Lîbyayê namzed kirine, ku biryar e 24ê Kanûnê birêve biçe û piştî mehekê jî hilbijartinên Parlamentoya Lîbyayê dê were kirin.
10 sal piştî rûxandina desthilata Serokê kuştî yê Lîbyayê Muamer Qedafî, Lîbya di çendîn qonaxên cuda re derbas bûn ji bo pêkanîna seqamgîriyê, kurê Muamer Qedafî, Seyfulîslam Qedafî jî hewl dide desthilata welatê xwe bigre destê xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin