Alîgirên Amed Sporê dîsa ji ber sirûda Tirkiyê hatin desteserkirin
PeyamaKurd - Çar aligirên Amedsporê bi hinceta ku di dema xwendina sirûda neteweyî ya Tirkiyeyê de ranebûne ser pêyan hatin desteserkirin.
Îro Amed Spor û Fethiyespor li Amedê, hatin pêşberî hev.
Di dawiya maçê de 4 alîgirênAmed Sporê hatin desteserkirin.
Hêjayî gotinê ye ku gelek caran di dema lîstikên Amed Sporê de, bi hinceta ku dema sirûda neteweyî ya Tirkiyeyê dihat xwendin ranebûne ser pêyan alîgirên wê hatine desteserkirin.
Li aliyê din, lîstika Amed Spor û Fethiye Sporê bi skora 1-1ê bi dawî bû û her yek ji wan pûanek wergirt.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin