Alîkariya ji bo Xezzeyê ji bendera ku ji aliyê DYA ve hatiye çêkirin destpê kir
PeyamaKurd – Îngilîstanê roja Îniyê ragihand ku wê alîkariya yekem bi rêya îskeleyê şandiye.
Gihandina alîkariyan ji bo sivîlên li Xezzeyê destpê kirin, roja Îniyê gihaştin îskeleya bejahî ya demkî ya ku ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve li derûdora Şerîda Xezzeyê hatiye çêkirin. Îsraîl di bin zexteke zêde de bû ku rê bide alîkariyên zêdetir bo Xezzeya dorpêçkirî ku li wê derê bi Hamasê re şer dikir û gefa birçîbûnê dixwar.
Îskeleya bejahî ya demkî li bendera Aşdodê ya Îsraîlê ji berê ve hatibû komkirin û roja Pêncşemê birin cihê xwe li peravên Xezzeyê ku binesaziya bendera xwe nîne. Lê li gorî daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ti leşkerên Amerîkayê derneketin bejahiyê.
Cîgirê Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Ferhan Hak îro Înê got ku piştî çend mehan danûstandinan, NY "pejirandiye ku piştgirî û organîzekirina gihandina alîkariyên ji bo Xezzeyê ji keştiya behrê bike, heta ku rêzê li bêalîbûn û serxwebûna operasyonên mirovî bigire."
Alîkariya ku li sîteyê bê barkirin wê ji Qibrisa Yûnanîstanê bi korîdora behrê were û pêşî ji hêla Îsraîl ve were kontrolkirin. Îngilîstanê roja Îniyê ragihand ku wê alîkariya yekem bi rêya îskeleyê şandiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin