Almanya: Em ê mafê penaberiyê biparêzin

28 August 2024 13:44 0 dîtin
Almanya: Em ê mafê penaberiyê biparêzin

PeyamaKurd - Serokwezîra Almanyayê Olaf Scholz, diyar kir ku ew ê li dijî koçberiya deryasayî bi awayekî bi bandor têbikoşin, lê belê di heman demê de em ê di derbarê penaberiyê de li gorî peymanên navneteweyî û rêgezên Yekîtiya Ewropayê (YE) tevbigere

Scholz di derbarê mafê serlêdanên penaberiyê de jî got: "Wê mafê penaberiyê bê parastin."

Serokwezîrê Almanyayê Scholz, piştî hêrîşa bi kêrê ya li Solingenê ku di encamê de 3 kes miribûn û 8 kes jî birîndar bûbûn, bersiv da bangên opozisyonê yên ji bo betalkirina mafê penaberiyê û bisînorkirina koçberiyê.

Scholz di axaftina xwe ya di çalakiya hilbijartinê ya partiya xwe ya li bajarê Jenayê de û di daxuyaniya xwe ya ji bo televîzyona giştî ya Alman ZDFê de, gavên ku ji bo têkoşîna bi bandortir a li dijî koçberiya deryasayî avêtine rêz kir.

Scholz diyar kir ku rêjeya koçberiya deryasayî kêm bûye û got: "Em bi biryar in ku vê rêbazê bidomînin."

Scholz da zanîn ku kontrolên li ser sînorên Almanyayê hatine zêdekirin û vê yekê bandora xwe li têkoşîna li dijî koçberiya deryasayî kiriye û got: "Wê ev kontrol berdewam bikin."