Almanya: Ji bo kirîna balafirên ser ên tîpa F-35 peyman hat îmzekirin
PeyamaKurd – Ji Wezîra Parastinê ya Almanyayê Christine Lambrecht têkildarî kirîna balafira şer a F-35 daxuyaniyek da. Wezîr Lambrecht diyar kir, ji bo kirîna balafirên şer ên tîpa F-35 peyman hat îmzekirin.
Lambrecht ku bi Serfermandarê Alman Eberhard Zorn û Fermandarê Hêza Hewayî Ingo Gerhartz re li ser kirîna çek û amûran ji bo artêşa Alman civîneke çapemeniyê li dar xist, bal kişand ser kirîna F-35.
Wezîr Lambrecht da zanîn, komîsyona budçeyê ya Bundestagê ji bo artêşa Almanyayê budçeya 13 milyar ewroyî pejirand û got, bi vê re radyo, maşîneyên berfê yên leşkerî û tivingên piyadeyê wê bên kirîn.
"Tornado wê şûna balafirên şer bigire"
Lambrecht destnîşan kir, ji bo balafirên şer ên F-35 peyman hatiye îmzekirin.
“Îro me gaveke din ber bi biryareke pir girîng ve avêt. Peyman hatin îmzekirin. Têkildarî kirîna F-35an e ku li şûna balafirên şer ên Tornado."
Herwiha Lambrecht eşkere kir, hikûmeta Almanyayê beriya 9 mehan biryara kirîna F-35an daye û destnîşan kir, ev proje di nava 9 mehan de hatiye asta îmzekirinê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin