Almanya: Stoqên cebilxaneya Ewropayê, bi dawî dibin!

16 January 2023 15:30 0 dîtin
Almanya: Stoqên cebilxaneya Ewropayê, bi dawî dibin!

PeyamaKurd- Dîplomatê Alman Wolfgang Ischinger ê ku di heman demê de serokê berê Konferansa Ewlekariyê ya Munihê bû, daxuyaniyek da û bal kişand ser stoqên cebilxaneya şer a Ewropayê. Dîplomatê Alman ragihand ku ev stoqên cebilxaneyê, ber bi qedandinê ve diçin.

Ischinger, bang li welatên Ewropî kir ku stokên xwe yên şer nû bikin û got ku

“Ukrayna neçar dimîne ku cebilxaneya ku em di nîv salê de hildiberînin, di rojekê de bi kar bîne. Dawiya stoqên me tê. Di dorê de çi heye.”

Wolfgang Ischinger di daxuyaniya xwe de got ku heger Yekîtiya Ewropayê (YE) bixwaze ku Ukraynayê di şerê bi Rusyayê re bi ser bikeve,  divê berhemanîna xwe ya cebilxane û çekên giran gelek zêde bike. Her wiha Ischinger tekez kir ku heger piştevanên Kievê aboriya xwe ya şer baş nekin, ew ê stoqên xwe biqedînin û da zanîn ku pêdiviya Ewropayê, bi aboriya şer a ji nû ve hatiye avakirin heye.

Ischinger da zanîn ku şandina çekên giran ji Ukraynayê re wekî tanq, moşek, pergalên parastina asîmanî û drone, divê ji hêla hikûmetên Yekîtiya Ewropayê û welatên endam ve were "kontrolkirin û koordînekirin."