Almanya û Amerîka bi awayekî erênî li Hikûmeta Talîbanê nanerin

09 September 2021 12:09 0 dîtin
Almanya û Amerîka bi awayekî erênî li Hikûmeta Talîbanê nanerin

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Heiko Maas, piştî Talîbanê hikûmeta nû ragihand, di derbarê wê de axifî û da zanîn, ew bi awayekî erênî li wê hikûmetê nanêrin.

Heiko Maas diyar kir, ew bi hevalbendên din re bang li Talîbanê dikin ku mafên sereke, bi taybetî jî mafên sereke yên jinan biparêzin.

Herwiha Maas destnîşan kir: ‘‘Ji bo Talîbanê eşkere ye ku tecrîda navneteweyî ne bo berjewendiya wê, bi taybetî jî ne ji bo berjewendiya gelê Afganistanê ye.’’

Maas eşkere kir, welatekî ku aboriya wî têk çûye, nikare bi îstiqrar be.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Antony Blinken jî li Ramstein ya Almanya li bingeha leşkerî ya Amerîka ser hikûmeta nû ya Afganistanê axifî.

Blinken destnîşan kir, di hikûmeta demkî de komên din tune bin, ew nikare hevkariya navneteweyî û îstiqrarê bi dest xwe bixe.