Almanya û Gurcistanê peymana koçberiyê îmze kir
PeyamaKurd – Di navbera Gurcistan û Almanyayê de, ji bo pêşîgirtina koçberiya neyasayî peyman hate îmze kirin.
Hate ragihandin ku Almanya û namzedf Yekîtiya Ewropayê (YE) Gurcistanê li ser mijara astengkirina koçberiya neyasayî li hev kiriye û peymanek di vî warî de hate îmze kirin.
Di çarçoveya peymanê de tê plankirin ku ji bo ji nû ve entegrekirina kesên ku piştî redkirina daxwaza penaberiyê vegeriyane Gurcistanê, tedbîr bên girtin.
Li gorî daneyên Wezareta Navxwe ya Federal, îsal di navbera mehên Çile û Mijdarê de nêzî 9 hezar Gurciyan serî li Almanyayê dane ku ji wan heta niha tenê ji sedî yekê wan statûya parastinê wergirtine.
Li gorî peymana nû, ji bo karkerên demsalî, xwendekar û stajyeran rêkar têne danîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin