Qeterê peymana sandina gazê ya heta 15 salan bo Almanyayê îmze kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku kompaniya gazê ya Qeterê QatarEnergy ji bo şandina gaza LNG bo Almanyayê heta 15 salan peymanek bi kompaniya Amerîkî ya enerjiyê ConocoPhilips re îmze kir.
Li gorî daxuyaniya berpirsê giştî yê QatarEnergy Saad al-Kaabî, dê şandina gazê ji sala 2026an ve dest pê bike û heta 15 salan dewam bike.
Di çarçoveya peymanê de, wê her sal 2 milyon ton LNG ji kargeha hilberînê ya Qeterê bo termînala Brunsbuettel a Almanyayê bê şandin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî şerê ku Rûsyayê li dijî Ukraynayê daye destpêkirin, mijara gazê ji aliyê Rûsyayê ve wekî şantaj tê bikaranîn û welatên Ewropayê rûbirûyî metirsiyeke mezin a dabînkirina gazê bûne ku hewl didin bazarên alternatîf peyde bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin