NATO ji bo kisandina xeta gazê ya alternatîfa Rûsyayê kete tevgerê

07 February 2022 22:00 0 dîtin
NATO ji bo kisandina xeta gazê ya alternatîfa Rûsyayê kete tevgerê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku NATO ji bo hewcedariya Ewropayê ya bi gaza Rûsî kêm bike û krîza gazê were çareserkirin, li ser kişandina xeteke alternatîfa gaza rûsî bo Ewropayê ketiye tevgerê.

Li gorî nûçeya rojnameya Îspanyolî La Vanguardiayê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên hikûmetê, NATO ji bo pêdiviya Ewropayê ya bi gaza Rûsyayê kêm bike dixebite û ji bo wê jî li ser kişandina xeteke gaza siruştî ya alternatîfa gaza rûsî dixebite.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin, plan tê kirin ku xeta gazê ya alternatîfa gaza rûsî wê xeteke boriya gazê ya Katalonya, Îspanya û Fransayê pev girê bide be.

Li gorî pêşniyara NATOyê wê bi wê xeta nû re ji ser Cezayîrê û bi sewqîyatên din ên LNG (gaza lîkîd) 7 milyar sêcar gaz bo Ewropayê were veguhestin.