Li Semsûrê di xeta boriya NATOyê de teqîneke tirsnak!

15 November 2023 12:23 0 dîtin
Li Semsûrê di xeta boriya NATOyê de teqîneke tirsnak!

PeyamaKurd – Li navçeya Golbaşiya Semsûrê di xeta boriya NATOyê ya ku piştî erdhejê bêçalak bû, teqînek pêk hat.

Li Bulvara Ataturk a Taxa Fatîhê ji ber gaza gazê di boriyê de teqînek pêk hat. Ekîbên Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê piştî teqînê hatin cihê bûyerê û tedbîrên ewlehiyê girtin.

Pişt re rayedarên NATO hatin û borî kontrol kirin. Rayedaran diyar kirin, xet ne aktîf e û xebatên paqijkirin û valakirinê yên di nava xetê de dewam dikin.

Konteynira li ser xeta boriyê ya NATOyê hat rakirin, ji aliyê rayedaran ve lûle hat vekirin û temîrkirin.

Ekîbên Midûriyeta Îtfaiyê ya Şaredariya Golbaşiyê mazota ku di lûleyê da derketibû û diherikî rêya sereke paqij kirin û rêya girtî ji trafîkê re vekir.

Di bûyerê de ti ziyanên canî û madî çênebûn, hat diyarkirin ku ziyana madî li jîngehê çêbûye.