Cezayê yekem bo Rûsyayê ji Almanya hat: Tescîlkirina xeta boriya gazê hat rawestandin
PeyamaKurd – Piştî ku doh 21ê Sibatê Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, biryara naskirina fermî ya herdu komarên nav erda Ûkraynayê Donetsk û Lughansê îmze kir, ji welatên dinyayê bertek têne nîşandan.
Sepandina yekem dorpêç û cezayê bo Rûsyayê ji aliyê Almanyayê ve hat ragihandin.
Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, rawestandina tescîlkirina boriya gaza Rûsyayê ya Herka Bakur 2 ku nirxê wê 11.6 milyar dolar e ragihand.
Serokwezîr Almanya Scholz got, "Piştî vê hemleya Rûsyayê nabe ku destûr bo Herka Bakur 2 bê dayîn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin