Almanya li hemberê dorpêçên Rûsyayê termînala yekem ya LNG ê vekir

17 December 2022 21:42 0 dîtin
Almanya li hemberê dorpêçên Rûsyayê termînala yekem ya LNG ê vekir

PeyamaKurd – Piştî şerê Rûsya û Ûkraynayê destpêkir Rûsya û YA li hemberê hevdû dorpêçan danîn ser welatên hev. Li ser mijara xaza Rûsyayê ku têra Awrûpayê naçe welatên Yekîtiya Awrûpayê û di serî de Almanya, li çara serê xwe dinêrê ku yek ji wan mijara xazê ye. Almanya bi gelek dewletan re peymana LNG ê çêkiriye. LNG ew xaza ku wergerandine kirine av. Di forma avê de ji derve îtxal dike.

Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz îro li Almanya li bajarê Wilhelmshavenê, li derya Bakûr di keştiyekî de, merasima vekirina termînalekî LNG ê kir. Scholz di axaftina merasimê de weha got:

“Putin di planên xwe de biser neket. Şerê Rûsyayê û di şer de bikaranîna enerjiyê weka çekekî bû sedem ku veberhênanê di enerjiya ku dikare xwe nûh bike, zêde dike û dike ku veberhênanên esehî bên kirin. 17 ê kanûna 2022an ji bo welatê me rojekî xweşe. Ji ber wê ji îro û pê de Almanya û YA wê bêhtir bi ewle û serbixwe bin. Putin xwest xaza Rûsyayê ji bo Almanya weka şantajê bikarbîne lê bi ser neket.”

Almanya wê heya sala bê kapasîta xwe ya xaza LNG ê derxe 30 mîlyar m3 an. Termînala ku niha hatiye Almanya li ser keştiyê ye û tê de 165 milyon m3 xaz heye. Ev miqdar dikare di salê de pêdiviya 50-80 hezar malan bicîh bîne.