NATO: Alîkariya leskerî ya Çînê wê xetayeke dîrokî be!

05 April 2023 19:44 0 dîtin
NATO: Alîkariya leskerî ya Çînê wê xetayeke dîrokî be!

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, ragihand ku welatên endamên hevpeymaniya NATOyê li ser hevnêrîn in ku eger Çîn alîkariya leşkerî bide Rûsyayê, ev dê ji bo wê xetayeke dîrokî be.

Stoltenberg, di civîna rojnamevanî ya piştî civîna Wezîrên Derve yên NATOyê de kêfxweşiya xwe bo endamtiya Fînlandayê anî ziman û got, hevpeyman li ser xwedî yek nêrînê ne ku pêwîste Swêd jî di demeke herî kurt de bibe endamê NATOyê.

Sekreterê Giştî yê NATOyê li ser endamtiya NATO ya Ukraynayê jî diyar kir ku ji bo wê pêwîste welatek serbixwe be û demokratîk be, ji ber ku niha di bin êrîşkariya Rûsyayê de ye niha ne mimkun e krîterên NATOyê pêk bîne.

Stoltenberg herwiha da zanîn ku wan di civînê de, zêdebûna hevkariya navbera Çîn û Rûsyayê gotûbêj kiriye û got ku Çîn êrîşkariya Rûsyayê şermezar nake û piştevaniya aboriya wê û propagandaya wê dike.

Stoltenberg diyar kir ku hevpeymanên NATOyê li ser hevnêrîn in ku heger Çîn alîkariya leşkerî bide Rûsyayê, ev dê ji bo wê xetayeke dîrokî be û encamên kûr bi xwe re bîne.