Xeta gazê ya Ixdir-Nahçivanê hat vekirin
PeyamaKurd – Xeta gazê ya Ixdir-Nahçivanê bi merasimekî fermî ji aliyê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev de di rêya video-konferansê de hat vekirin. Erdoğan di vekirina xetê de got:
“Tirkiye û Azerbeycan li terefê hûzûr, aştiyê û refahê ye. Li herêmê em aştiyê dixwazin, hevkariyê dixwazin û em dixwazin geşepêdanê bikin. Em her dû welat di seha enerjiyê, bergiriyê, bazirganiyê û gelek sehayên din de hevkariyê dikin. Hevkariya herî girîng ya enerjiyêye.
Xeta petrola xam ya Baku-Tiflis-Ceyhanê û xeta gazê ya Baku-Tiflis-Erzurumê ji bo me girîng in. Di rêya TANAPê de em gaza Azerbeycanê digihînin Ewrûpayê. Em bi Azerbeycanê re bi temamî li hev in.
ŞÎrketa BOTAŞê xeta bi dirêjahiya 80 km yan çêkir. Dikare rojane 2 milyon m3 gazê bibe û wê pêdiviya Azerbeycanê ya 30 salan pêk bîne. Bi vê projê ewlehiya enerjiya Azerbeycanê çêbû.”
Serokê Azerbeycanê Îlham Aliyev jî di axaftina xwe de behsa hevkariya Tirkiyê û Azerbeycanê kir û got bi vê hevkariyê re nexşeya enerjiya Ewrûpayê guheriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin