Ukraynayê, gefa qutkirina xeta gazê li Rûsyayê xwar
PeyamaKurd-Li gorî nûçeya ku ji VOAyê hat belavkirin, Saziya GTSOU ya ku pergala gaza xwezayî ya Ukraynayê bi rê ve dibe, ragihand ku dê îro xeta gaza Rûsyayê ya ku diçe Ewropayê, qut bikin. Kompaniya GAZPROMê ya Rûsyayê jî ragihand ku ev yek ji aliyê teknolojiyê ve ne pêkan e.
Di nûçeya hat belavkirin de hat ragihandin ku nêzîkî ji sisiyan yekê veguhezîna sotemeniyê, ya ku ji Rûsyayê derbasî Ewropayê dibe, di ser Ukraynayê re diçe. Hat zanîn ku Ukraynayê ragihandiye ku ew ê vê xeta veguhezîna gazê ya ku diçe Ewropayê qut bikin. Kompaniya GTSOUyê ya ku pergala gaza xwezayî ya Ukraynayê bi rê ve dibe, sedemê biryara qutkirina gaza Rûsyayê, bi destwerdana Rûsyayê ya pêvajoyên teknîkî ve girê da. GTSOUyê da zanîn ku ew ê veguhezîna gazê ya ji xeta Sokhranivkayê qut bikin.
Kompaniya GAZPROMê ya bin banê Rûsyayê jî li hember vê daxuyaniyê, daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku ev rêbaza tê qalkirin, bi awayê teknîkî ne pêkan e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin