Lukasenko, gefa êrîsê li Ukraynayê xwar!

18 August 2023 15:00 0 dîtin
Lukasenko, gefa êrîsê li Ukraynayê xwar!

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Belarusê Aleksandr Lukaşenko, di hevpeyvîneke xwe de şerê Rusya û Ukraynayê nirxand û gefa bersivdayîna êrîşê li Ukraynayê xwar.

Aleksandr Lukaşenko, ligel rojnamevana Ukraynayê ya ya alîgirê Rusyayê Diana Panchenko hevpeyvînek kir û di wê hevpeyvînê de bal kiaşnd ser rewşa şerê navbera Rusya û Ukraynayê.

Lukaşenko, di dirêjahiya axaftina xwe de rayedarên Ukraynayê hişyar kir û got,

“Heke hûn Ukraynî sînorên me derbas nekin, em ê tu carî beşdarî vî şerî nebin. Lê em ê her tim alîkariya Rusyayê bikin, ew hevalbendên me ne. Armancên Rusyayê bi cih hatin. Ukrayna piştî bidawîbûna vî şerî dê bi Rusyayê re wekî beriya şer tevnegere. Divê em li ser maseya muzakereyê rûnin û her tiştî nîqaş bikin.”

Serokê Belarûsê bal kişand ser wê yekê ku Belarûs dê bersivê bide her êrîşkariyekê ku di nav de bikaranîna çekên nukleerî yên li ser xaka Rusyayê hatine bicihkirin û got,

“Tenê gefek dikare hebe, ew jî êrîşa li ser welatê me ye. Heke êrîşa li ser welatê me ji Polonya, Lîtvanya û Letonyayê dest pê bike, em ê tavilê bi her tiştî bersivê bidin. Heke Ukrayna êrîşî me bike, dê ne tenê çekên nukleerî werin bikaranîn. Ji bilî çekên nukleerî tiştekî me heye. Heke hûn xetên sor derbas bikin, em ê we hişyar nekin ku em ê li navendên biryar girtinê. Ev yek dê bê hişyarî bê kirin.”