Xeta gazê ya Qatar-Tirkiyê car din ket rojevê
PeyamaKurd – Piştî roxandina rejîma Sûriyê xeta gazê ya Qatar û Tirkiyê car din dixwazin bixin rojevê. Lêkolînera weqfa SETAyê Büşra Zeynep Özdemir ragihand ku dewleta Qatarê ji aliyê gazê de gelek girînge û piştî Rûsya û Îranê dewleta sêyem ya dewlemenda gazê ye.
Rezerva Qatarê 25 milyon m3 e û di seha gaza ku kirine av (LNG) de dixebite. Xet, tekane xete ku dirêjahiya wê 370 km.e û pê îxraca gazê dikin.
Özdemir, dibêje ku şerê navxwe yê Sûriyê rê li ber xetê girtibû û weha dewam dike:
“Erdnîgariya welat (Sûriyê) gelek bêbaweriye. Berê di sala 2009an de ketibû rojevê ku di projê de, di ser Erebistanê, Urdinê û Sûriyê de dê derbas bibûya û Qatar û Tirkiyê bi hev ve girêda. Ji ber rejîma Baasê li hember derket, proje neçû serî. Eger li Sûriyê rejîmekî baş damezre, wê proje here serî.
Tirkiye bazarekî herî baş ya gaza dinyayê ye û di pey Almanya de tê. Lê Tirkiye bi Rûsya, Azerbeycan û Îranê re xetên wê yên gazê hene. Tirkiye bi welatên navborî re peymanên wê yên wextekî dirêj heye û dikare bibe navenda gazê ya navbera Rojhilat û Ewrûpayê...”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin