Rûsyayê gefa hilwesandina Peymana Hinardekirina Zadê Ukrayna xwar!

27 July 2022 20:15 0 dîtin
Rûsyayê gefa hilwesandina Peymana Hinardekirina Zadê Ukrayna xwar!

PeyamaKurd – Peymana veguhestin û hinardekirina zadê Ukraynayê 22yê Tîrmehê li Stenbolê hatibû îmzekirin û piştî wê bi rojekê jî Rûsyayê êrîşî bendera Odessayê kiribû.

Îro 27ê Tîrmehê jî li Stenbolê yekem gav bo pêşwazîkirina zadê Ukraynayê hat avêtin û bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî Navenda Hinardekirina zad ji keştiyên kargo hat vekirin.

Bi vekirina navendê re hevdem, Rûsyayê merc danî ber hinardekirina zadê Ukraynayê û ragihand, heger berhemên rûsî neyên hinardekirin û astengên li pêşiya wan ranebin, dibe ku peymana Stenbolê ya zad hilweşe.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Andrei Rudenko, ragihand ku heger dorpêçên ser berhemên wan ên çandiniyê neyên rakirin, ew dikarin peymanê hilweşînin û destûra veguhestina zad ji benderan nedin.