Di navbera Iraq û Îranê de peymana gazê hat îmze kirin

09 May 2022 21:03 0 dîtin
Di navbera Iraq û Îranê de peymana gazê hat îmze kirin

PeyamaKurd – Wezareta Elektrîkê ya Iraqê ragihand ku di navbera Bexda û Tehranê de, derbarê hawirdekirina gaza sirûştî de peyman hatiye girêdan.

Berdevkê Wezareta Elektrîkê ya Iraqê Ehmed Mûsa El-Îbadî ji medya Iraqê re ragihandiye ku bi raspardina Serokwezîr Mistefa Kazimî peymaneke hawirdekirina gaza sirûştî bi Îranê re hatiye îmze kirin.

Îbadî got, hinardekirina gaza Îranê bo Iraqê ji rojane 8 milyon metrekuban bo 30 milyon metrekuban tê zêdekirin, lê ligel vê jî ev mîqdar têra hilberîna elektrîka Iraqê ya demsalên havînê nake.

Herwiha Berdevkê Wezaretê daye zanîn ku li gorî peymanê, dê deynên xwe jî bi planeke 3 salan bidin.

Îbadî diyar kiriye ku ji bo hawirdekirina gazê ya rojane bigihîje 50 heta 70 milyon metrekuban jî danûstandinên wan ligel aliyê Îranê dewam dikin.