Almanya xwest Rûsya ji santrala Zaporijyayê xwe dûr bixe
PeyamaKurd – Wezîra karên derve ya Almanya Annalena Baerbock îro bi serokê Ajansa enerjiya atomê ya navdewletî (IAEA) Rafael Mariano Grossi re hevdîtinekî kir û bang li Rûsyayê kir da ji santrala nukleerî ya Zaporijyayê ya li Ûkraynayê vekişe û weha got:
“Divê ev dînîtî bi dawî bibe. Em ji qezayekî nukleerî tenê bi qederê mûyekî dûrin û em vê rewşê qebûl nakin. Divê ji bo santralê deverekî bi ewle bê amadekirin. Ez bawer nakim ku welatekî di şer de, santrala nukleerî bike mijara bazarkirinê.”
Wezîra Baerbock li ser mijara Îranê ku ji bo santrala nukleerî sozên xwe bicîh nayne û nahêle ku ajansa atomî IAEA, bi temamî bikeve nav tesîsên Îranê got ku divê Îran îznê bide ajansê. Wezîre Baerbock got:
“Em qebûl nakin ku Îran çekên nukleerî çêbike an bidest bixe.”
Li ser mijarê serokê ajansê Grossi jî ragihand ku nabe santrala enerjiyê ya nukleerî bibe hedefa leşkerî û divê Îran jî li ser bernama xwe ya nukleerî bersivan bide. Grossi weha got:
“Muxatabên me yên Îranî ew nîşanên ûranyûmê yên ku divên ne li wan derên ku me dîtin bûya, divê bersiva wan bidin. Wê rêvebiriya me vê heftê li ser pêşdeçûnên enerjiyê ya Îranê bicive.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin