Almanyayê, rewsa gazê ya demên pês ragihand
PeyamaKurd- Serokê Ajansa Tora Federal (Bundesnetzagentur) Klaus Muller ê ku li Almanyayê bazara enerjiyê bi rêkûpêk dike, ragihand ku li Almanyayê gaza xwezayî têra xwe heye ku zivistanê bêyî metirsiya rewşa awarte bijî.
Klaus Muller, di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Almanî ya Bild am Sonntag re got ku ew li bendê ne ku depoyên gazê yên li welêt heta dawiya demsala zivistanê ji sedî 50 tijî bibin.
Muller ragihand ku li welêt kêmasiya ceyranê tuneye û got, "Tevî hemû nediyariyan jî ez hêvî nakim ku di vê zivistanê de tiştek xirab bibe. Niha em giraniyê didin ser zivistana pêş."
Her wiha Muller diyar kir ku li Almanyayê li 47 tesîsên depoya ceyranê rêjeya dagirtinê ji % 90 derbas bûye û wiha got: "Rêjeyeke balkêş e ji ber ku di meha Çileyê de rêjeya dagirtina gazê kêm caran evqas zêde ye."
Hikûmeta Almanyayê, ji bo ku di mehên zivistanê de ji pirsgirêkên enerjiyê dernekevin, bang li welatiyan kiribû ku ji % 20, sexbêriya enerjiyê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin