Altan Tan Bertek nîsan da ku yên weka Sera Kadigîl bi pistigiriya Kurdan dibin Parlamenter
PeyamaKurd - Siyasetmedarê Kurd Altan Tan, li ser hesavê xwe yê medya civakî bertek nîşanî Sera Kadigîl da û got : "Yên ku piştgirî dane bila fedî bikin!"
Sera Kadigîl ku di hilbijartinan de, partiya wê Partiya Karkeran a Tirkiyê (TÎP), bi Partiya Demokratîk a Gelan HDPê re tifaq kiribû û ew jî wek Parlamenter hatibû hilbijartin; di Hevdîtinên Butçeyê yên li Parlamentoya Tirkiyê de, rakirina sonda nijadperst "andımız" rexne kiribû.
Altan Tan jî bi gotinên "Sera Kadigîl a ku bi piştgiriya dengên Kurdan ji TÎPê hatiye hilbijartin, rakirina 'andımız' rexne kiriye. Ez çi bibêjim! yên ku piştgirî danê bila jixwe şerm bikin." rexneyên xwe ragihand.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin