Amadekariyên bo hevdîtina Trump û Pûtîn dest pê kirin

12 January 2025 16:02 0 dîtin
Amadekariyên bo hevdîtina Trump û Pûtîn dest pê kirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku tîma serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump, beriya merasîma destbikarbûnê ya 20ê Çileyê ji niha ve dest bi amadekariya hevdîtina çaverêkirî ya ligel Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn kiriye.

Li gorî ragihandina medya Amerîkî, Trump ji mala xwe ya li Florîdayê ragihandiye ku dê di navbera wî û Pûtîn de hevdîtinek were kirin û amadekariyên civînê didomin. Lê roja hevdîtinê diyar nekir. Li aliyê din Kremlînê bersiva vê daxuyaniyê da û diyar kir ku serokê Rûsyayê bêyî şert û merc ji bo diyalogê amade ye.

Hêjayî gotinê ye, Trump beriya were hilbijartin soza bidawîkirina şerê Ukrayna-Rûsyayê dabû û tê gotin ku niha jî li pişt deriyan bazar bo wê tê kirin.

Li gorî nirxandinan, dibe hevdîtina Trump û Pûtîn di demek nêzîk de çêbibe û surprîzên ku zû bi zû nayên bidestxistin bi xwe re bîne ku ew jî; Kîevê neçar bikin ku ji sedî 20 ji axa xwe bide Rûsyayê û bi hilbijartinên pêşwext an bi rêbazên din dawî li desthilatdariya Zelensky bînin.