Amara xwekujiyê li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê gelekî zêde bûye

24 September 2021 11:35 0 dîtin
Amara xwekujiyê li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê gelekî zêde bûye

PeyamaKurd – Amara xwekujiyê li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê, ji parêzgehên din ên Îranê gelekî zêdetir e.

Li gor amara ji aliyê zanîngeha “Tebatebayî” ve hatiye belavkirin, li du parêzgehên “Kirmaşan û Îlam”ê, ji her 100 hezar kesî, ji 10an zêdetir kesan xwe kuştine.

Herwisa li Parêzgeha Luristanê, ji her 100 hezar kesî, ji 10an zêdetir kesan xwe kuştine.

Di parêzgeha Sinê, ji her 100 heraz kesî 7 heta 10 kesan û li parêzgeha Urmiyê kêmtir ji 4 kesan xwe kuştine.

Di çend salên derbasbûyî de, diyardeya xwekujiyê di nav welatiyên Îranê, bi taybet di nav ên Rojhilatê Kurdistanê zêde bûye û ti navendeke rejîmê jî li hember wê diyardeyê, xwe bi berpirsyar nizane.

Nebûna sîstemeke bi wec û pirsgirêkên civakî û aborî, bi tayebt bêkarî, di nav sedemên bingehîn ên xwekujî di civaka Îranê de ne.