Ambargoya li ser Îranê û hilberîna petrola Rûsî
PeyamaKurd – OPECê ragihand ku Rûsyayê heyva Cotmehê di hilberîna petrolê de rokor şikandiye.
OPEC ku wek Saziya Welatên Hilberînerê Petrolê tê zanîn amarên hilberandina petrolê ji aliyê endaman ve belav kirin.
Li gor nûçeya ajansa Sputnika Rûsî, di rapora ku ji aliyê OPECê de hatiye amadekirin Rûsyayê di heyva Cotmehê de rojane 11.6 milyon bermîl petrol hilberandiye.
Agahiyên ku rapora mehane ya OPECê dide, di cotmehê de bi zêdekirina 0.05 milyon bermîl rojane di hilberina petrolê de piştî dewra Sovyetê rekor hat şikandin.
Herwiha rapor dide zanîn ku li Rûsyayê rojane hilberîna petrolê sala 2018an dê 11.14 milyon bermîl be. Tê pêşbînîkirin ku ev reqem di sala 2019an de derkeve 11.19 milyon bermîlî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin