Ambûlans û otomobîl lihev ketin: 3 mirî û 3 birîndar
PeyamaKurd – Li bajarê Maraşê li qeza Elbistanê ambûlans û otomobîlekî lihev ketin û di encamê de 3 kes mirin û 3 kes birîndar bûn. Bûyer li ser rêya Elbistan û Goksun ê çêbû.
Bo ciyê bûyerê polîs, îtfaiye û tîmên tenduristiyê hatin şandin. Di bûyerê de, di serî de 6 kes birîndar bûn lê di wexta wan dibirin nexweşxanê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan.
Tedawiya 3 wezîfedarên ji tîma tenduristiyê niha li nexweşxana dewletê ya Elbistanê dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin