Amed: Polêsan bi ser MED-DER û Payîz Pirtûkê de girtin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku polêsên Tirkiyeyê bi ser Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) û pirtûkfroşa Payîz Pirtûkê de girtiye û xebatkarên van dezgehan desteser kirine.
Îro danê sibê, li parêzgeha Amedê ya bakurê Kurdistanê, polêsên Tirkiyeyê, bi ser avahiya MED-DER û pirtûkfiroşa Payîz Pirtûkê de girtin.
Hate ragihandin ku polêsan gelek xebatkarên komeleyê desteser kirine û li avahiyên MED-DER û Payiz Pirtûkê lêgerînan kirine.
Weke tê zanîn MED-DER bi salan e bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî lêkolînên zimannasiyê pêk tîne û dersên zimanê KurdÎ dide.
Hate ragihandin ku polêsên Tirkiyeyê, li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya bakurê Kurdistanê jî, danê sibehê avêtine ser gelek malan.
Polêsan, rêveberên berê yên Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) Necla Kaya, Abdulganî Ferîtogullari û Yasemîn Demîrkaya jî di nav de gelek kesan desteser kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin