Hevsaredarên Amedê erknameya xwe wergirtin
PeyamaKurd - Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, li gel hevşaredarê ne fermî Dogan Hatûn re erknameya şaredartiyê wergirt.
Hevşaredarên DEM Partiyê, ji ber îtîrazên AK Partiyê li 13 navçe û bajarên mezin, nikaribûn hefteya borî erknameyên şaredartiyê werbigirin.
Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê yên DEM Partiyê erknameya xwe ji Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Sûrê wergirtin.
Di merasîma wergirtina erknameya şaredartiyê de Hevserokên Şaxa DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakık Tekîn û Abbas Şahîn, Serokê berê yê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar û rêveberên DEM Partiyê yên navçeyên Amedê jî beşdar bûn

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin