Amedsporê gol bi ser tîma Rihayê de barandin!

09 February 2020 21:54 0 dîtin
Amedsporê gol bi ser tîma Rihayê de barandin!

PeyamaKurd – Tîma Futbolê ya Amedspor û Şanliurfaspor ku di lîga duyem a Koma Sor de têdikoşin, îro Yekşemê li bajarê Rihayê hatin beramberî hev.

Amedsporê bi ferqeke mezin tîma Rihayê têk bir. Lîstikvanên Amedsporê  Ustun Bilgin di beşa yekem a yariyê de, 2 gol û 2 golên din jî di beşa duyem de avêtin qeleya Şanliurfasporê.

Gola dawî ya 5an jî lîstikvanê Amedsporê Onur Alkan avêt qeleya tîma hevrik û lîstik bi encama Amedspor 5 û Şanliurfaspor 0 bidawî bû.

Amedspor piştî demeke dirêj serkeftina wiha bi dest dixe.