Tîma Amedsporê di rêya Play Offê de bi ser ket

24 April 2022 22:54 0 dîtin
Tîma Amedsporê di rêya Play Offê de bi ser ket

PeyamaKurd-Amedspor a ku tîma futbolê ya Diyarbekira Bakurê Kurdistanê ye, li Diyarbekirê tîma Isparta 32 Sporê bi 1-0 têk bir û di rêya Play Offê de serkeftineke girîng bidest xist. Stadyuma Diyarbekirê îro mazûvaniya 33 hezar futbolhez kirin.

Di Pêşbirka hefteya 32yemîn a Koma spî ya Lîga 2yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) de îro Amedspor û Isparta 32 Spor li Diyarbekirê derketin pêşberî hev. Nîvê yekem ê pêşbirkê bê gol bi dawî bû û di nîvê duyem de Amedsporê penaltiyek bi dest xist. Penaltî li ser navê Amedsporê ji aliyê Mehmet Alaadinoglu ve hat bikaranîn lê gog ji kalevan vegeriya û li ber Muhlis Istemî ma. Mûhsîn Îstemî jî derfetê bi kar anî û Amedsporê 1-0 xist pêş.

Tîma Amedsporê, bi serkeftina vê lîstikê, puanê xwe derxist 53yan û di lîgê de ket rêza duyemîn. Isparta 32 Spor jî bi 52 puanî di rêza çarem de ma. Tîma Amedsporê di rêya Paly Offê de serkeftineke mezin bi dest xist û hefteya bê dê li deplasmanê bi Ahisarsporê re pêşbirkê bike.