Amerîka: 3 bankên Iraqê pere ji Sûpaya Pasdaran û Hizbullahê re disand
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê, li ser danîna dorpêçan li ser 3 bankeyên Iraqê daxuyaniyek belav kir û ragihand, wan hersê bankeyên Iraqê ji Sûpaya Pasdarên Îranê û Hizbullahê re pere dabîn dikirin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mathew Miller di civîneke rojnamevanî de, li ser zêdekirina navê 3 bankên Iraqê li lîsteyê dorpêçanragihand: “Cezakirina wan 3 bankên Iraqê û cezakirinên îro, beşek ji zextên berdewam in da ku ew alî û kesên hevkariya malî ji bo Sûpaya Pasdaran û Hizbullah a Lubnanê dikin û pêdiviyên wan dabîn dikin, rastî berpirsyartiyê bikin.”
Wezareta Xezîneya Amerîkayê 31ê Çileyê ragihandibû ku 3 navend û kesekî berhemên Îranê difirotin û perê vê ji bo Sûpaya Pasdaran û Hizbullah a Lubnanê şandine, li lîsteya dorpêçan hatine zêdekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin