Amerîka 3 baregehên leskerî radestî hêzên Iraqê dike
PeyamaKurd - Di çend hefteyên pêş de Hêzên Amerîkayê ji sê binkeyên leşekrî yên Iraqê vedikişin, yek ji wan jî Serbazgeha Qaîm e ku dikeve bakurê rojavayê Bexdayê.
Rayedarên leşkerî yên Amerîkayê ragihandine ku di çend hefteyên pêş de hêzên xwe ji sê binkeyên leşkerî yên Iraqê vedikişînin û wan li binkeyên serekî kom dikin.
Yek ji wan binkeyan jî Binkeya Serbazî ya Qaim e ku dikeve bakurê rojavayê Bexdaya paytexta Iraqê. Bi gotina rayedarê leşkerî yên Amerîkayê, ew binke di merasimekê de radestî hêzên Iraqî tê kirin û dê kelûpelên serbazî jî bidin artêşa Iraqê.
Pênc hezar û 200 leşekrênAmerîkayê li Iraqê hene û heşt binkeyên leşkerî di destê wan de ne.
Biryar e piştî baregeha leşkerî ya Qaim di hefteyên pêş de, hêzên Amerîkayê ji du binkeyên din vekişin û wan binkeyan radestî hêzên Iraqî bikin.
Hêzên Amerîkayê sala 2014an û piştî êrîşa DAIŞê li ser daxwaza hikûmeta Iraqê hatin wî welatî. Erkên wan rahênan û perwerdehiya serbazî bi hêzên Iraqê û hêzên Pêşmerge ye û di şerê li dijî terorê de alîkariyê didin wan hêzan.
Binkeyên Serbazî Yên Amerîkayê Li Iraqê:
Li Iraqê 5200 serbazên Amerîkayê hene. Sala 2014ê li ser daxwaza hikûmeta Iraqê hatine. Erkê wan rahênan û perwerdekirina Pêşmerge û hêzên Iraqê ye. Di şerê terorê de hevkariya artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge dikin:
- Binkeya Serbazî ya Besmaye
- Binkeya Serbazî ya Qaîm
- Binkeya Serbazî ya Geyare
- Binkeya Serbazî ya Eyn Esed
- Binkeya Serbazî ya Tacî
- Binkeya Serbazî ya Hewlêr
- Binkeya Serbazî ya K 1
- Binkeya Serbazî ya Herîr

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin