Amerîka: Artêsa me heta niha gelek girav tune kirine!
PeyamaKurd- Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) li dijî Çînê daxuyaniyek da û got ku Artêşa Amerîkayê heta niha gelek girav tune kirine. Tecrubeya me di vê mijarê de pir e.
Hat ragihandin ku Çîn di van demê dawî de giravên li Behra Başûrê Çînê tijî çek û sîlehan dike. Li dijî vê geşedanê Berdevkê Sererkaniya Amerîkayê General Kenneth F. McKenzie di civîna çapemeniyê de axivî û bersivên rojnamevanan bersivandin.
Rojnamevanekî got ku li dijî Çînê hêza Amerîkayê çawa ye? McKenzie wiha bersiv da: “Di mijara tunekirina giravên piçûk de tecrûbeya me pir zêde ye. Ev ne tenê rastiyeke dîrokî ye. Divê ev berfirehtir were fêhmkirin.
Li ser tehdîdên Esed yên li dijî HSDê jî McKenzie got ku Heke hinek êrîşî me an jî hevkarên me bikin, ev ê ji bo wan pir ne baş be. Divê her kes vê yekê bizanibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin