Encamên heta niha yên eyaletên Amerîkayê seroktiya Joe Biden misoger dikin
PeyamaKurd – Hejmartina dengên hilbijartinên seroktiya Amerîkayê berdewam dikin û heta niha zêdetirî rêjeya 90%ê dengan hatine jimartin ku namzedê Demokrat Joe Biden bi hejmareke zêde ya dengan li pêş e.
Herî dawî Biden li eyaleta Pensilvanya ku li wir ji dayik bûye jî bi jimartina dengên posteyê re derket pêşiya Trump ku tenê wê eyaletê jî li ser eyaletên ku bi ser ketiye zêde bike, seroktiya xwe misoger dike.
Herwiha Biden li eyaletên Georgia, Nevada jî bi encamên dawî re ketiye pêşiya Trump, lê niha Trump tenê li Carolinayê li pêş xuya dike.
Herî dawî hatiye ragihandin ku wê li Georgia ya ku Biden bi dengên xwe li pêş e deng ji nû ve bên hejmartin dengê herdu namzedan nêzîkî hev in.
Li gorî encamên dawî Biden heta niha 306 delegeyên desteya hilbijêr bi dest xistine û Trump jî di 232 delegeyan de ye.
Namzedê ku 270 delegeyan misoger bike dibe serokê Amerîkayê û li gorî encamên niha Joe Biden serokê nû yê Amerîkayê ye. Heta niha hemû serlêdanên dadgehan ên Trump hatine redkirin ku dibêje, diziya dengan tê kirin.
Li gorî hin jêderan ku zanyariyên xwe dispêrin şêwirmendên, lê ew agahî hîn nehatine piştrastkirin; Trump têkçûna xwe ya hilbijartinê îro 6ê Mijdarê qebûl kiriye û amade serkeftina Joe Biden pîroz bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin