Amerîka: Baregehên me li wan xist, depoya sîlihan û navenda dronan bûn
PeyamaKurd – Berdevka Koşka Sipî ya Amerîkayê Jen Spaki civîna çapemeniyê ya rojane kir. Psaki li ser êrîşên hêzên koalîsyonê bo ser sînorên Iraq û Sûriyê agahiyan da. Psaki got ku aramanca wan kêmkirina arîşeyan yên li deverêne. Psaki li ser êrîşa balafirên Amerîkayê ku duhî êrîş biribûn ser baregehên Haşdî Şabî de weha got:
“Biden biryara êrîşa duhî li ser xala destûra me ya 2 yê ku maf dide em xebatkarên xwe yên li derveyê welat biparêzin da. Ciyên li wan hine xistin, depoya sîlihan yên grûbên Îran destekê dide wan û navenda êrîşên balafirên bêmirovin.”
Psaki ragihand ku êrîşa duhî li gor qanûnan hatiye dayîn û weha dewam kir:
“Li gor serok Biden, ev êrîş pêdivî bû, di cîh de bû û bi zanîn hatin kirin. Armanca êrîşan sînorkirina gengeşeyên li deverê bûn. Bo parastina xebatkarên me û parastina hevkarên me çi pêdivî hebe em ê bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin