Amerîka Baskê Rojhilat ê NATOyê bihêz dike: Alîkariyeke din a 550 milyon dolaran dide Ukraynayê
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku wê li dijî êrîşkariya Rûsya ya ser Ukraynayê alîkariyeke din a leşkerî bidin Ukraynayê û hevkariya wan bi şirîkatiya 50 welatan dewam dike.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di pakêta alîkarîya 550 milyon dolaran de, sîstemên topavêj ên pêşketî yên bi tevgera zêde (HIMARS), sîstemên topavêjên 155mm û cebilxaneyên din li xwe digire.
Hat diyarkirin ku ew alîkarî di çarçoveya bihêzkirina Baskê Rojhilat ê NATOyê de tê kirin ku wê alîkariya leşkerî ya Amerîkayê bo Ukraynayê bigihîje nêzîkî 8,7 milyar dolaran.
Wezîrê Berevaniya Ukrayna Oleksii Reznikov jî li ser wê pakêta nû ya alîkariyê diyar kir ku ev ji bo ewlehiya baskê rojhilat ê NATOyê piştevaniyeke bo demokrasiyê ye û spasiya Serokê Amerîka Joe Biden û Wezîrê Berevaniyê Austin kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin