Kanber: Pêsmerge li derveyî NATOyê hevalbendê herî bihêz ê Amerîkayê ye

07 January 2023 13:14 0 dîtin
Kanber: Pêsmerge li derveyî NATOyê hevalbendê herî bihêz ê Amerîkayê ye

PeyamaKurd Siyasetmedarê Iraqî Întîfaz Kanber tekezî li ser girîngiya rola Pêşmerge kir.

Siyasetmedarê Iraqî û Serokê Dezgeha Pêşerojê Întîfaz Kanber ku bû mêvanê bultena nûçeyan a K24ê, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê nirxand.

Kanber balkişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê ligel hikûmet û gelê xwe îsbat kiriye, ne tenê Amerîka dostê hemû cîhanê ye û got, Pêşmerge li derveyî NATOyê bihêztirîn hevpeymanê Amerîkayê ye.

Kanber diyar kir, bi vekişîna Amerîkayê DAIŞ ji nû ve derketiye holê û berjewendiyên netewî yên Amerîkayê ferz dike ku li Iraqê bimîne.

“Tecrûbeyek me ya tal heye. Di sala 2011an de dema ku Amerîka ji Iraqê vekişiya, DAIŞ derket holê û ji sedî 40 axa Iraqê dagir kir. Wêraniya ku bi xwe re felaketek mezin anî û hê jî didome.”

Întîfaz Kanber diyar kir, siyasetmedar, hikûmet û komên çekdar ên Iraqê jî ji vê yekê ders girtin û got, "Amerîkiyan ji bîr nakin ku di navbera salên 2003-2011an de li Iraqê zêdeyî 4 hezar leşker hatine wendakirin, zêdeyî 20 hezar leşker jî birîndar bûne. Lê ev reqem li Herêma Kurdistanê sifir e.”

Derbarê peywendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê de jî Kanber got, “Li Amerîkayê rêz û hurmeta Komarîxwazan û Demokratan ji Kurdan re heye. Min qet nedîtiye ku Komarxwaz û Demokratek li dijî Kurdan dengê xwe derxistine.”

Herwiha Kanber tekez kir, divê zêdetir çek bidin Pêşmerge.