Esper: Amerîka û hinek hevalbendên NATOyê YPGê wek rêxistineke terorî nabînin
PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Mark Esper diyar kir ku ew û hejmareke hevalbendên NATOyê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wek rêxistineke terorî nabînin.
Mark Esper di rûniştina li Komîsyona Xizmetên Çekdarî yên Civata Nûneran de pirsên endamên Kongresê bersîvandin. Esperî li ser pirsekê da zanîn ku ew û Tirkîyê bo YPGê ji hev cuda difikirin û ji ber vê Tirkîye hin gavên NATOyê dereng dixe û zararê dide wê.
Di rûniştinê de hin endaman bi pirsên xwe îdia kirin ku ‘’Amerîka li Kurdan îxanet kiriye’’. Bi taybetî endamên Demokrat biryara Serok Donald Trump ya ser vekişandina leşkerên Amerîkî bi tundî rexne kirin.
Wan dan zanîn ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî biryara Trump, bo têketina Sûrîyê ‘wêrektir’ bûye, Rûsya û hêzên rejîmê ketine cîhê Amerîka û pozîsyonên girîng ji dest Amerîka çûne.
'Me li ser dewleteke xweser û şerê dijî Tirkîyê ti garantî nedaye'
Esper li ser wan pirsan diyar kir ku Amerîka û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ku YPG pêşengîya wê dike, bi tenê bo têkoşîna dijî DAIŞê li hevdu kiriye û wan ser dewleteke xweser û şerê dijî Tirkîyê ti garantî nedaye.
Wî da zanîn operasyona Tirkiyê ya dijî Sûriyê têkoşîna li hember DAIŞê aloztir kiriye û got ku ew ê armanca xwe ya ser tunekirina wê rêxistinê bidomînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin