Iraq 41 balafirên ser ji Amerîka dikire û hinekan jî diyarî distîne

17 April 2024 20:02 0 dîtin
Iraq 41 balafirên ser ji Amerîka dikire û hinekan jî diyarî distîne

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku piştî hevdîtina Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokê Amerîkayê Joe Biden li Washingtonê, di navbera herdu aliyan de peymana kirîna balafirên şer hatiye îmzekirin.

Berdevkê Hikumeta Iraqê Basim Ewadî li ser naveroka civîna Biden û Sudanî de daxuyanî da û got, piştî civîna Sudanî ya bi serokê Amerîkayê re, Sudanî ji bo kirîna balafirên şer peymanek bi Amerîkayê re îmze kiriye.

Basim Ewadî da zanîn ku Sudanî ji bo kirîna 41 balafirên şer peyman bi Amerîkayê re îmze kiriye û got, herwiha wê Amerîka hinek balafirên din jî weke diyarî bide Iraqê.

Basim Ewadî di dewamê de diyar kir, wê di nav çend mehan de balafirên şer radestî Iraqê bên kirin û got: “Di civîna Sudanî ya bi serokê Amerîkayê re, cezayên Amerîka yên li ser hinek bankên Iraqê jî hate guftugokirin.”