Iraq, ji Amerîka û Fransayê çekên pêsketî dikire
PeyamaKurd-Wezareta Berevaniya Iraqê, ji bo hawirdeya çekên pêşketî, bi Amerîka û Fransayê re peyman destnîşan kirin. Wezaretê da zanîn ku dê ev peyman, rê li ber peymanên nû yên navbera welatên Ewropayê vekin.
Fermandarê Hêzên Topvan ên Iraqê Abdul Ardawî, daxuyaniyek da û ragihand ku Wezareta Berevaniya Iraqê, ji bo kirîna çekên pêşketî û ji bo zêdekirina kalîteya pergalên topavêjiyê, bi Amerîka û Fransayê re hinek peyman destnîşan kirine.
Di gotara Ardawî ya ku daye Ajansa Nûçeyan a Iraqê de hat gotin ku çekên Fransa û Amerîkayê yên pêşketî, di demên dawî de bandora xwe di şerên li dijî DAIŞê de çesibandiye û wan jî wekî Wezareta Berevaniya Iraqê, ji bo dabînkirina van çekan, Amerîka û Fransayê re li hev kiriye.
Li gorî ragihandina Abdul Ardawî; çekên ku li hedefên dûr bidin tên hawirdekirin da ku bi vê rêbazê yekîneyên parastinê, jîrîtiyên xwe yên şer bi pêş ve bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin